Lavrov: Amerîka ji kurdên Sûriyeyê “pişteke sexte ye”

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov dibêje, Kurdên Sûriyeyê yên ku xwe li Amerîkayê digirin, pişta xwe bi “şertaneke sexte” ve girê didin.

Ev daxuyaniya Lavov piştî wê yekê hat ku rojnameya Amerîkî “Foreign Policy” ragihandibû, operasyona “Tofana El-Eqsa” li Xezzeyê û karvedanên wê li ser herêmê, hişt ku rêvebiriya Serokê Amerîka Joe Biden hizra vekişîna hêzên welatê xwe ji Sûriyeyê bike.

Lavrov di konfêranseke rojnamevanî de piştî beşdarbûna wî di çalakiyên Encûmena Asayişa Navdewletî de, li ser wê pirsê got: “Ev carekê hatibû kirin, dema ku Serokê berê yê Amerîka Donald Trump (dawiya sala 2019) niyaza xwe bi heman rengî ragihandibû.

Herwiha got jî: “Di wê demê de Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) yekser daxwaz ji Rûsya û hêzên wê yên leşkerî kir ku alîkarîyê wê bikin da ku pêwendîyan bi Şamê re bikin.”

Lavrov destnîşan kir: “Piştî çend rojan, Amerîka biryara xwe guhert û HSDê dest ji daxwaza danîna pêwendiyan bi Şamê re berda û yekser vegeriyan bin baskê Amerîkayê.”

Wezîrê Derve yê Rûsyayê diyar kir: “Li vir pirs ne ew e ku ew hêzên Amerîkî vekişin yan na, pirs ew e ku ew bi awayekî neqanûnî li wir in û ew hêzên siyasî yên di nav Kurdên Sûriyeyê de yên xwe dispêrin sîwana Amerîkayê û xwe bi Amerîkayê ve girê didin, ji aliyê exlaqî û siyasî ve,  xwe bi şertaneke sexte ve girê didin.”