Hikûmeta Iraqê: Di êrîşên Amerîkayê de 16 kes hatin kuştî û 25 kes jî birîndar bûn

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Hikûmeta Iraqê ragihand, di êrîşên asmanî yên Amerîkayê li parêzgeha Enbarê de, herî kêm 16 kes hatine kuştin û 25 kesên din jî birîndar bûne.

Berdevkê Hikûmeta Iraqê, Basim El-Ewadî, îro 3ê Sibata 2024an di daxuyaniyekê de ragihand, rêveberiya Amerîkayê destdirêjiyeke nû li ser serweriya Iraqê kir û cihên hêzên me yên ewlehiyê li Ekaşat û El-Qaim ji aliyê bi firokeyan bombebaran kirin.

El-Ewadî aşkere kir, di encama bombebarana Amerîkayê de, 16 çekdar hatin kuştin û 25 çekdarên din jî birîndar bûn, herwiha ziyan gihîşt avahî û milkên welatiyan.

Her çend berpirsên Amerîkî gotin ku wan hikûmeta Iraqê ji êrîşan agahdar kirine, lê Berdevkê Hikûmeta Iraqê ew gotegot red kirin û got ku daxuyaniyên berpirsên Amerîkî bi mebesta “xapandina raya giştî ya navdewletî û redkirina berpirsiyariya qanûnî ya vê tawanê” ye.

Awadî got ku êrîşên Amerîkayê rewşa ewlekarî ya li Iraqê têk dide. Herwiha got: “Iraq red dike ku xaka xwe wekî qadekê ji bo çareserkirina nakokiyên navdewletî û nîşandana hêza welatên dijber bê bikaranîn.”

Li hember kuştina 3 leşkerên Amerîkî li baregeha T-22 li ser sînorê Urdinê, Amerîka êrîş bir ser girûp û bingehên milîsên li Îraq û Sûriyeyê û li gorî Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM), li Iraq û Sûriyeyê li 85 armancên Feyleqa Qudis a ser bi Supaya Pasdarên Îranê ve hatin wêrankirin.