Dîndar Zêbarî: Pirensîpê pêkvejiyanê li Herêma Kurdistanê parastî ye

Dîndar Zêbarî
Dîndar Zêbarî

Navenda Nûçeyan (K24) – Taybet li ser pirsa pêkvejiyana olî û neteweyî li Herêma Kurdistanê, Rêkxistinkerê Raspardeyên Navdewletî radigehîne, “Wekî pabendî û rasparde, pirensîpê pêkvejiyanê li Herêma Kurdistanê parastî ye”.

Rêkxistinkerê Raspardeyên Navdewletî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dîndar Zêbarî ji K24ê re got, “Ji destpêka hebûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê were, di her neh kabîneyên wê de, me dest bi piroseya pêkvejiyanê kiriye, ku bi civaka kurdistanî re hatiye girêdan”.

Tekez jî kir, “Wekî Kabîneya Nehê, me ew pêkvejiyana ku li ser astê Îraqê û Rojhilata Navîn hebûye ber bi pêştir ve biriye”.

Zêbarî herwesa ragehand, “Li Herêma Kurdistanê qanûna hejmar pênc a sala 2015ê ji bo mafên pêkhatan heye, lê Îraqê û deverê qanûneka wekî wê nîne”.

Rêkxistinkerê Raspardeyên Navdewletî her dîsa ragehand, “Li Herêma Kurdistanê zêdetirî 900 hezar penaberan hene, ku 600 hezar ji wan Îraqî ne û ji pêkhatên cuda cuda berê xwe daye Herêma Kurdistanê”.

Ron jî kir, “Piştî sala 2014ê, 139 hezar kesan ji pêkhateya Kirîstiyanan û zêdetirî 250 hezar Êzidiyan û 400 hezar penaberên Sûriyeyê, ku pareka zêde jê xelkê Rojavayê Kurdistanê bûn, ji ber tirsa êrîşên çekdarên DAIŞê berê xwe da Herêma Kurdistanê”.

Herwesa got, “39 kempên aware û penaberan li Herêma Kurdistanê hene”.

Li dawiyê jî got, “Ji ber parastina pirensîpê pêkvejiyanê, me barekê giran daye ser milên xwe”.