Parêzgerê Hewlêrê dawî amara zirarên şewata Qeyseriya Hewlêrê belav dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Parêzgerê Hewlêrê di derheqa şewata sûka Qeyseriya Hewlêrê de ragehandinekê belav dike û tê de dawî amara zirarên şewata Qeyseriyê radigehîne.

Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw îro (Duşem, 06.05.2024) di derheqa şewata sûka Qeyseriya Hewlêrê de ragehandinek belav kir û tê de amaje da, “Li dû dawî amar, ji zêdetirî çar hezar dikanan, 277 dikan û heft embarên biçûk ên sûka Qeyseriya Hewlêrê ji ber şewatê sotine û zirar gehiştiye wan. Piştî xeminandina qebareyê ziraran, dest bi rakirina bermayîkên şewitî û pakijkirina wê sûkê hat kirin”.

Umêd Xoşnaw herwesa got, “Lijneyek ji bo vekolan û lidûçûna sedema wê şewatê û xeminandina qebareyê zirarên madî hatiye pêkanîn û li van nêzîkan encamên wê dê bên diyarkirin”.

Navbirî her di wê ragehandinê de eşkere kir, “Ji bilî zirarên madî, çi zirarên canî ji wê karesatê çê nebûne. Lê mixabin ji ber qerebalixa welatiyan li cihê wê rûdanê, 132 kes ji efser û karmendên Bergiriya Şaristanî, Asayîş, Polîs, kedkar û welatiyan birîndar bûn û saxlemiya hejmareke wan jî ji ber dûkela agirî têk çûbû lê her zû ji aliyê tîmên saxlemiyê ve li cihê wê rûdanê 117 kes hatin çarekirin û 15 kesên din jî ji bo Nexweşxaneya Hawarhatinê hatin veguhastin û çareseriya pêdivî jê re hat kirin”.

Parêzgerê Hewlêrê herwesa ragehand, “Ew agir ji aliyê tîmên Bergiriya Şaristanî, Asayîş, Polîs, Zêrevanî, Trafîk, Tendirustî û Jîngehparêziyê ve hat kontirolkirin û alîkariya kedkarên wê sûkê hat kirin”.