Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahî li Serokê Azerbaycanê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê nameyeke pîrozbahiyê ji Îlham Aliyev re şand, bi boneya ku careke din wek Serokê Azerbaycanê hat hilbijartin.

Li gor daxuyaniya Ofîsa Serokwezîriyê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî di nameyê de, gerimtirîn pîrozbahî Aliyev kir, bi boneya hilbijartina wî wek Serokê Azerbaycanê û hêviya serkeftinê jê re xwast.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî amadebûna Herêma Kurdistanê ji bo pêşxistina peywendiyên dualî di warên cuda de tekez kir.

Hilbijartina Serokomariya Azerbaycanê roja Çarşemê birêve çû û Îlham Aliyev bi rêjeya ji sedî 92 ê dengan ji bo cara pêncemîn wek serokê wî welatî hat hilbijartin.