PWK rexene li DEM Partî û helwesta Platforma Zımanê Kurdî digire

Diyarbekir (K24) – Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Vahît Aba derbarê helwesta DEM Partî û Platforma Zimanê Kurdî ya derbarê Waneya Bijare ra Zimanê Kurdî de, nameyek ji DEM Partî û Platforma Zimanê Kurdî re şand û rexen li helwesta wan kir.

Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Welatparêzên Kurdistanê Vahît Aba nameyek ji DEM Partî û Platforma Zimanê Kurdî re şand û got : “Ez bangî Hevserokên DEM Partîyê Rêzdar Tûncer Bakirhan û Rêzdar Tulay Hatîmogullariyê dikim da ku li wê îmzeya xwe ya di daxuyanîyên Platforma Zimanê Kurdî de banga dersa bijarte ya kurdî dikin xwedî derkevin. Herweha di derbarê gotinên  Hevseroka Komîsyona Zimên a DEM Partîyê rêzdar Cemîle Tûrhalliyê yên dibêje ‘’em bi temkîn, bi îhtîyad nêzî dersa bijarte ya kurdî dibin’’ de ji raya giştî re îzahatekê bikin.” 

Nameya Cîgirê Serokê Giştî yê PWKê Vahît Aba wiha ye:

Hevseroka Komîsyona Zimên a DEM Partîyê rêzdar Cemîle Tûrhalli, di hevpeyvîneke xwe ya li gel malpera Amêda Amedê de gotîye ‘’em bi temkîn, bi îhtîyad’’ nêzî dersa bijarte ya kurdî(kurmancî, kirdkî-zazakî) dibin û weha gotîye:

‘’Berîya her tiştî em ne bi mesafe, lê bi temkîn, bi îhtîyad nêzî vê mijarê dibin. Nezelalîyek heye. Navê kurdî jî di vê biryarê de derbas nabe. Gava ev nezelalî hebe, ma çima emê enerjîya girseya xwe  ji vê xerc bikin. Ev jî, dê bibe sebep ku gelê me bi awayekî mafdar rexneyên cidî bîne. Heger gaveke berbiçav, samîmî hebe, emê bixwazin bi têkoşîna xwe wê bigihînin asteke bilindtir. Lê belê nezelalîyek heye. Halekî weha heye ku, wek mixatab jî nayê girtin’’.

Dem Partî, endamê Platforma Zimanê Kurdî ye.

Platforma Zimanê Kurdî, bi awayekî zelal, bêdudilî, bangî malbatên kurdan kirîye û dike da ku ji bo zarokên xwe dersa bijarte ya kurdî (kurmancî, kirdkî-zazakî) hilbijêrin.

Nuha dixwazim ji Hevseroka Komîsyona Zimên a DEM Partîyê rêzdar Cemîle Tûrhalliyê re bipirsim: “Cenabê we çima  bi temkîn, bi îhtîyad, nêzî dersa bijarte ya kurdî dibin? Zimanê kurdî vaye 100 sale ji alîyê Dewleta Tirkîyeyê ve tune hatîye hesibandin, tûşî asîmîlasyonê bûye. Ji bo zimanekî bi vî rengî neheqîyên mezin lê hatîye kirin, nuha rêya dersa bijarte vebûye. Başe, gelo cenabê we dikare ji me re îzah bike, ka ev nêzîkbûna cenabê we ya bi temkîn, bi îhtîyad ya ji bo dersa bijarte ya kurdî, li gorî kîjan pîvanên însanî, vîcdanî û kurdewarî ye? Gelo cenabê  we lê haynabe ku, ev ‘nêzîkbûna we ya bi temkîn, bi îhtîyad’ di eslê xwe de, dê ji sîyaseta asîmîlasyon û înkarê ya Dewleta Tirkîyeyê re xizmet bike?’’

Platforma Zimanê Kurdî jî, Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), gelek partî û dezgehên kurdan jî daxwaza perwerdeya bi zimanê kurdî û li gel zimanê tirkî daxwaza fermîbûna zimanê kurdî dikin. Lê ji alîyê din ve jî dibêjin ‘’Her çiqas têrê neke jî, em ji dersa bijarte ya kurdî re jî dibêjin erê û em bang dikin ku bila malbatên kurdan ji bo  zarokên xwe dersa kurdî hilbijêrên’’. Helwesta rast jî ev e.

Gava ku di sala 2012an de Dewleta Tirkîyeyê biryara dersa bijarte ya bi kurdî derxist, HDP ya ku nave xwe nuha wek DEM Partî guhertîye, dersa bijarte ya kurdî boykot kiribû û bi vê helwesta xwe jî zerareke mezin dabû vê firsenda fêrbûna zimanê kurdî. Lê belê, HDPyê di van çend salên  dawî de, dest ji vê helwesta xwe berdabû û piştgirîya dersa bijarte ya kurdî kiribû. Ev jî gaveke erênî bû. Lê mixaibin em nuha dibînin ku, Hevseroka Komîsyona Zimên a DEM Partîyê rêzdar Cemîle Tûrhalli dibêje ‘’em bi temkîn, bi îhtîyad nêzî dersa bijarte ya kurdî dibin’’. Van gotinên rêzdar Cemîle Tûrhalliyê, pirsa ‘’Gelo DEM Partî careke din vedigere wê sîyaseta xwe ya berê’’ tîne hişê merivî.

Ez bangî Hevserokên DEM Partîyê Rêzdar Tûncer Bakirhan û Rêzdar Tulay Hatîmogullariyê dikim da ku li wê îmzeya xwe ya di daxuyanîyên Platforma Zimanê Kurdî de banga dersa bijarte ya kurdî dikin xwedî derkevin. Herweha di derbarê gotinên Hevseroka Komîsyona Zimên a DEM Partîyê rêzdar Cemîle Tûrhalliyê yên dibêje ‘’em bi temkîn, bi îhtîyad nêzî dersa bijarte ya kurdî dibin’’ de ji raya giştî re îzahatekê bikin.

Dem Partî, endamê Platforma Zimanê Kurdî ye û di binê banga Platforma Zimanê Kurdî ya ji bo dersa bijarte ya kurdî de îmzeya Dem Partîyê jî heye. Ji ber vê yekê, ez bangî Platforma Zimanê Kurdî dikim da ku di derbarê gotinên Hevseroka Komîsyona Zimên a DEM Partîyê rêzdar Cemîle Tûrhalliyê yên dibêje ‘’em bi temkîn, bi îhtîyad nêzî dersa bijarte ya kurdî dibin’’ de ji raya giştî re îzahatekê bikin.