Amerîka ji ber kêmbûna binpêkirinên azadiya ragehandinê li Herêma Kurdistanê dilxweş e

Navenda Nûçeyan (K24) - Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê li Hewlêrê careka dî dilxweşiya xwe ji bo kêmbûna rêjeya binpêkirinên azadiya ragehandinê li Herêma Kurdistanê diyar dike.

Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê li Hewlêrê tevlî merasîmên belavkirina raporta salane ya Rêkxistina Peyamnêran ya Mafan û Pêşkeftinê bû û eşkere kir ku, pêşwaziya kêmbûna rêjeya binpêkirina azadiya ragehandinê li Herêma Kurdistanê dike.

Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê li Hewlêrê îro (Çarşem, 14.02.2024) li ser tora civakî ya Facebookê ragehand, “Amerîka li ser karkirina bi hevparên xwecihî û navdewletî re ji bo pêşxistina azadiya ragehandinê û ragehandineka pîşeyîtir pabend e. Divê rojnamevan bê tirs, alîgirî û cudahî bikarin bi rengekê azad karê xwe bikin”.

Ev cara duyê ye di vê heftiyê de ku Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê li Hewlêrê vê peyama dilxweşiya xwe ji bo kêmbûna rêjeya binpêkirinên azadiya ragehandinê li Herêma Kurdistanê diyar dike û radigehîne ku, piştevaniya jîngehekê dike ku tê de rojnamevan bi rengekê azad karê xwe bikin.