Bexda hejmara malbatên Îraqî yên ji kampa Holê vegerandine aşkere dike

Kampa Holê
Kampa Holê

Navenda Nûçeyan (K24) – Ajansa Asayiş Niştimanî ya Iraqê hejmara penaberên Iraqî yên ku ji Kampa Holê ya Rojavayê Kurdistanê vegerandine, aşkere kir.

Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê Qasim El-Arecî ragihand, 1924 malbatên Iraqî ji kampa Holê bo Iraqê hatine vegerandin. Ji vê hejmarê jî 1200 malbat vegeryane ser mal û milkên xwe li bajar û parêzgehên cuda yên Iraqê.

El-Arecî di dema beşdarbûna di civîna navdewletî ya “Roja Navdewletî ya Têkoşîna li dijî tundrewiyê” li New Yorkê got jî, hejmara wan malbatan, 7556 Îraqî ne.

El-Arecî amaje bi wê yekê kir, heta niha 13 karwanên penaberên Iraqî ji kampê Holê hatine derxistin û vegeriyane welatê xwe û proseya vegerandina penaberan berdewam e.

Kampa Holê dikeve başûrê bajarokê Holê yê ser bi parêzgeha Hesekê û dora 56 hezar kes ji zêdetir ji 60 welatan li dimînin, piraniya wan jin û zarokên DAIŞê ne.

Kampa Holê yek ji mezintirîn kampên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ye. Rêveberiya Xweser çendîn car in dibêje ku rewşa kampa Holê pêwîstiya wê bi destêwerdaneke navdewletî heye û divê welatên cihanê welatiyên xwe ji kampê werbigirin.