Çandiniya petatan li Rojavayê Kurdistanê rastî gelek zehmetiyan tê

Çandiniya petatan li Rojavayê Kurdistanê rastî gelek zehmetiyan tê
Çandiniya petatan li Rojavayê Kurdistanê rastî gelek zehmetiyan tê

Navenda Nûçeyan (K24) - Çandiniya petatan, ku ev sê sal in derbasî Rojavayê Kurdistanê bûye, rastî gelek zehmetiyan tê.

Cotyarên navçeyê gazinan ji qezenca çandiniya petatan dikin û dibêjin, Rêveberiya Xweser piştgiryan wan nake û pêdivîtiyan pêşkêş nake.

Werzê çinîna petatan e li Rojavayê Kurdistanê, tevî ku berhem baş e, lê cotyar nerazî ne, sedem jî kêmbûna qezencê ye.

Li gorî cotyarên navçeyê, Rêveberiya Xweser piştgiriya cotyaran nake, herwiha nirxê sûtemeniyê û semadê jî giran e, ew hemî bandorê li çandiniya petatan dikin.

Mihemed Nayif ku yek ji cotyaran e dibêje, "Tiştê ku em derdixin û pereyê ku em qezenc dikin gelek kêm e, mesref zêde bûye û pereyê ku em ji çinîna petatan bidest dixin bênirx e".

Mehmûd Hec Bedran ku ew jî yek ji cotyaran e amajeyê dide, “Çandiniya petatan bi tenê di sê salên dawiyê de derbasî Rojavayê Kurdistanê bûye û li gorî hin endazyarên çandiniyê yên deverê ew çandinî gelek zirarê dighîne erdê”.

Mesûd Seydo jî ku endazyarê çandiniyê ye behs dike, “Çandinî jêdereke sereke ya debara jiyana xelkê Rojavayê Kurdistanê ye, lê li ser dirêjahiya salan zehmetiyên wê kertê zêdetir dibin û qezenca çotyaran kêmtir dibe”.