Desteya Weberhênanê dana destûriyan ji bo pirojeyên kertê akincîbûnê rawestand

Pirojeyekê akincîbûnê / Wêne: Erşîf
Pirojeyekê akincîbûnê / Wêne: Erşîf

Navenda Nûçeyan (K24) - Desteya Weberhênanê dana destûriyê ji bo pirojeyên kertê akincîbûnê rawestand û amaje da, “Armanca weberhênanê di dema bê de zêdetir dê ber bi arasteyê kertên pîşesazî, çandin û geştyariyê be”.

Desteya Weberhênanê ya Herêma Kurdistanê îro (Duşem, 19.02.2024) ragehand, “Bi merema rêkxistina kertê akincîbûnê li Herêma Kurdistanê, bi arasteyê zêdetir feydewergirtina welatiyên hejar û kirêdar, bi biryara Serokatiya Civata Wezîran, biryar hat dan ku karkirin li ser pirojeyên nû yên akincîbûnê bê rawestandin û destûriyên nû yên weberhênanê di kertê akincîbûnê de neyên dan”.

Desteya Weberhênanê ya Herêma Kurdistanê her dîsa amaje da, “Armanca weberhênanê di dema bê de zêdetir dê ber bi arasteyê kertên pîşesazî, çandin û geştyariyê be”.

Di pareka dî ya wê ragehandinê de, Desteya Weberhênanê daxwaz ji weberhênerên Herêma Kurdistanê kiriye ku arîkar bin, ji bo ku zêdetir weberhênan di kertên arastekirî de bê kirin, xasma li wan deverên Herêma Kurdistanê yên ku kêm pêş keftine.

Li dû amarên Desteya Weberhênanê, tenê li sala 2023ê, 154 pirojeyan li Herêma Kurdistanê destûrî ji Desteya Weberhênanê wergirtiye, ku sermaeya wan çar milyar û 300 milyon dolar in û hemî bajar û îdareyên serbixwe yên Herêma Kurdistanê vedigire.

Herwesa Serokê Desteya Weberhênanê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mihemed Şukrî roja Yekşemê, 7ê Çileya 2024ê, ragehandibû, “Kabîneya Nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji dema damezrandina xwe heta niha, bi rêya Desteya Weberhênanê, 404 destûriyên weberhênanê bi sermayeya zêdetirî 17 milyar dolarên Amerîkayî bi pirojeyan hatine dan”.

Herwesa eşkere kiribû, “Tevahiya destûriyan di saleka Kabîneya Nehê de, ji bo tevaya parêzgeh û îdareyên serbixwe, di ser 100 destûriyan de bûn”.