Kiçeka Kurd a balafirvan dibe Kaptina Balafirê

Kaptin Rêjîn Doskî
Kaptin Rêjîn Doskî

Navenda Nûçeyan (K24) - Nimreya kiçeka Kurd a balafirvan li Hêla Asmanî ya Îraqî ji bo Kaptina Balafirê hat bilindkirin û geşta xwe ya yekê jî di navbera Bexda û Dubey de kir. Bi wê helkeftinê jî, ji aliyê Wezîrê Veguhastinê yê Îraqê ve rêz lê hat girtin.

Kompaniya Giştî ya Hêlên Asmanî ya Îraqî li Balafirxaneya Navdewletî ya Bexdayê îro (Duşem, 19.02.2024) merasîmeka rêzgirtinê ji bo kiça Kurd a balafirvan Rêjîn Doskî kir, bi helkeftina wergirtina nimreya Kaptina Balafirê. Xelatê rêzgirtinê jî ji aliyê Wezîrê Veguhastinê yê Îraqê Rezaq Mihêbis ve jê re hat pêşkêşkirin.

Wezîrê Veguhastinê yê Îraqê ji aliyê xwe ve bilindbûna nimreya wê kiça Kurd ji bo Kaptina Balafirê wekî destkeftiyekê dîrokî wesifand û pesna Hêla Asmanî ya Îraqî kir ku giringiyê dide şiyanên ciwan û jinan.

Kaptin Rêjînê jî di wê merasîmê de spasiya wan hemî aliyan kir ên ku di hemî qonaxan de arîkariya wê kiriye heta gehiştiye nimreya Kaptina Balafirê û wergirtina wê nimreyê jî wekî xewnekê wesifand.