Di 2 mehên borî de 32 çekdarên DAIŞê li Iraqê hatin girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gorî Dezgeha Asayişa Niştimanî ya Iraqê, di heyama 2 mehên borî de, 32 çekdarên DAIŞê hatine girtin.

Li gorî daxuyaniya Dezgeha Asayişa Niştimanî, 2 ji wan 32 çekdarên DAIŞê vîdeoyên handana ji bo têkdana aramiya parêzgeha Kerkûkê belav kirine.

Diyar kir jî, çekdarên DAIŞê yên girtî li xwe mikur hatin ku pêwendiya wan bi rêxistinê re heye, hewl dan aramî û ewlehiyê têk bidin û tirs û nîgeraniyê belav bikin.

Amaje bi wê jî kir, 30 çekdarên din ên DAIŞê, li parêzgehên Bexda, Selahedîn, Neynewa, Enbar, Besra û Diyala bi tawana pêkanîna kiryarên terorîstî hatine girtin.

Pêştir jî Berpirsê Lêkolînê yê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê di raportekê bo Kongressa Amerîkayê de ragihandibû, hejmara çekdarên DAIŞê li Iraq û Sûriyê, di navbera 6 hezar û 10 hezar çekdaran de ye.