Şûnwarên Dihokê bi standardên cîhanî tên nûjenkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li parêzgeha Duhokê gelek cihên olî hene û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî bi berdewamî plan dike ku wan şûnwaran li gorî pîvanên navdewletî nûjen bike.

Perestgeha Laleşê ev çar sal in karê nûjenkirinê tê de tê kirin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi masterplanekê xwast wê perestgehê nûjen bike û serperiştên diyar dikin ku kar bê rawestandin lê berdewam e.

Rêveberê Şaredariya Şêxanê Endezyar Xalid Namo ji K24ê re got: “Taybetmendiyekî olî û hem dîrokî ji peresgeha Laleşê re heye ku wek take perestgeha Êzidiyan li seranserê Cîhanê tê zanîn, li gorî vê yekê jî ew masterplaneke nûjenkirinê li gorî standardên cîhanî û cihê şûnwarî û ayînî hate çêkirin, ku yek ji wan rêxistina UNISCO ye.”

Ji aliyekî din ve, Rêveberê Şûnwarên Dihokê Dr. Bêkes Birêvkanî got: “Çend cihê ayînî li qezaya Amêdiyê dê bên nûjenkirin, wek nimara Mizgefta Amêdiyê, Kenîseya Kildaniyan, Qiba Sulatî, Goristana Mîran, Kora Sîrîcê û Pîrhezan e, ev hemû jî cihên ayînî yên pîroz in. Armanca me ew e ku em rakêşana geştyaran bo cihên ayînî jî bikin.”

Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi berdewamî hemû biyavên geştyarî ji bo kişandina geştyaran, bihêz dike û niha jî bi çend planên geştiyariyê cihên olî nûjen dike.