Amerîka û hevpeymanên xwe 18 bingehên Hûsiyan bombebaran dikin

CENTCOM
CENTCOM

Navenda Nûçeyan (K24) - Fermandeya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) radigehîne, bi hevpariya hêzên Brîtanyayê û piştevaniya Kanada, Behreyn, Awistiralya, Holanda û Newzîlandayê, 18 bingehên Hûsiyên nêzî Îranê li nav axa Yemenê bombebaran kirine.

Fermandeya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragehand, îro (Yekşem, 25.02.2024) bi hevpariya hêzên Brîtanyayê û piştevaniya Kanada, Behreyn, Awistiralya, Holanda û Newzîlandayê, 18 bingehên Hûsiyên nêzî Îranê li nav axa Yemenê bombebaran kirine.

Li dû gotinên Fermandeya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM), “Ew bingehên Hûsiyan, ên ku hatine bombebarankirin, ji bo êrîşkirina li ser keştiyên bazirganî li Deryaya Sor hatine bikaranîn”.

CENTCOMê eşkere jî kir, di êrîşa vê carê de embara çekî ya Hûsiyan li bin erdî wêran kiriye, zêdebarî nehêlana embara moşek û dronên wê komê.

Artêşa Amerîkayê Îranê bi piştevanîkirina Hûsiyên Yemenê tometbar dike û ragehandiye, li ser keştiyên bazirganî û hêzên Amerîkayê li deverê bûne gefeka rasterast.

Hûsiyên Yemenê li roja 19ê Mijdara 2023ê li Deryaya Sor û Deryaya Erebî, wekî piştevaniyek ji bo çekdarên Hemasê û çêkirina givaştineka navdewletî ji bo rawestandina êrîşên Israîlê li ser Xezzeyê, êrîşên xwe yên li ser keştiyên baziragnî dest pê kirine.

Li beranberî wê yekê, hêzên Amerîka û Brîtanyayê li Rojhilata Navîn û Deryaya Sor ji 12ê Çileya îsal ve bingeh û piştevaniyên lojistî yên çekdarên Hûsî dikin armanc.