Li Wanê erdhejek çê bû

Diyarbekir (K24) - Ji aliyê Enstîtuya Lêkolînên Li Ser Erdhejê ya Kandîllîyê ku çavdêriya erdhejan dike ve hat ragihandin ku, li Wanê erdhejek bi pileya 4.0 rû daye û rewşek neyînî derneketiye holê.

Li Gola Wanê, îro (Yekşem, 25.02.2024) demjimêr 08.58ê, erdhejek bi pileya 4.0 rû da.

Li gorî Enstîtuya Lêkolînên Li Ser Erdhejê ya Kandîllîyê, kûrahiya wê erdhejê 5 kîlometre ye û 6 kîlometre dûrî Tûşpa ya Wanê pêk hatiye.

Hat ragihandin jî ku, piştî erdhejê rewşeke neyînî derneketiye holê.