Serokomarê Tirkiyê sersaxî ji Serok Barzanî re xwest

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ji ber koça dawî ya Xanim Zekîye Mistefa Barzanî, peyameke sersaxiyê artaseyî Serok Barzanî re kir.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan îro 25ê Sibatê peyameke sersaxiyê arasteyî Serok Mesûd Barzanî kir û li ser navê xwe û gelê Tirkiyê hêviya tendirustiya baş jê re xwest.

Serokomarê Tirkiyê di peyama xwe de got: “Bi xemgîniyeke mezin, nûçeya koça dawî ya xwişka we xatûn Zekîye Mistefa Barzanî wergirt û ji dil vesersaxiyê ji we û malbata we ya birêz re dixwazim.”

Di beşeke din ya nameyê de, Erdogan ji Serok Barzanî re nivîsiye û gotiye, di vê boneya xemgîn de, li ser navê xwe û gelê Tirkiyeyê hêviya tendirustiya baş ji we re dixwazim.

Xwişka Serok Barzanî, Zekiye Mistefa Barzanî roja 23.02.2024an koça dawiyê kir. Merasima sersaxiya xwişka Serok Barzanî jî 3 rojan li Pîrmamê didome.

Her bi vê boneyê, kesayetî, hêz û aliyên siyasî yên navxwe û derve hevxemiya xwe pêşkêşî Serok Barzanî kirin û hevxemiya xwe nîşan dan.