Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezîrê Derve yê Amerîkayê dicivin

Erşîf
Erşîf

Navenda Nûçeyan (K24) - Civînên Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Waşintonê dest pê dikin û îro bi Wezîrê Derve yê Amerîkayê re dicive.

Malpera Wezareta Derve ya Amerîkayê belav kiriye ku, îro (Duşem, 26.02.2024) seet 11:00 ê sibehê bi dema Waşintonê û seet 7:00 ê êvarê bi dema Hewlêrê, Wezîrê Derve ya Amerîkayê Antony Blinken dê pêşwaziya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bike.

Li dû wê malperê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li roja Şemê, 24.02.2024, bi vexwandineka fermî gehişt Waşintona paytexta Amerîkayê.

Wê malperê herwesa ragehandiye, Serokwezîr Mesrûr Barzanî dê di vê serdanê de hejmareka civînan bi berpirsên bilind ên Amerîkayê re li Koçka Spî û Wezareta Derve û Kongirêsê bike.

Tewerê serekî yê wan civînan jî dê li ser zêdetir pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistanê û Amrîkayê û dawî guhertin û pêşveçûnên rewşa giştî ya Îraqê û deverê be.

Wezîrê Pêşmerge û Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve û çend berpirsên din ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di vê serdanê de yaweriya Serokwezîr Mesrûr Barzanî dikin.