Antony Blinken: Amerîka pabend e li ser berdewamiya hevkariya xwe ya ligel Herêma Kurdistanê

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Amerîka Anthony Blinken îro Duşemê 26ê Sibata 2024an ragihand, welatê wî pêbend e li ser berdewamiya hevkariya xwe ligel Herêma Kurdistanê.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Anthony Blinken bi Serokwezîr Mesrûr Barzanî re civiya û ragihand, Amerîka hevkariyeke wê ya hevbeş a dirêj bi Herêma Kurdistanê re heye, ew jî li ser bingeha nirxên hevbeş û berjewendiyên hevbeş, qurbanîdana hevbeş û dîroka hevbeş.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê got, Amerîka li ser berdewamiya hevpariya xwe ligel Herêma Kurdistanê rijd e. Herwiha got, wî wek Wezîrê Derve bi salan e di vî warî de xebitiye û girîngiyeke mezin daye wê.

Blinken got, Amerîka di piştgiriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de berdewam dibe. Got jî, ewê di hevdîtinên xwe yên li gel Serokwezîr Mesrûr Barzanî de tekeziyê li ser hevpariya xwe ligel Herêma Kurdistanê bikin.

Tekez jî kir, Herêma Kurdistanê herêmeke newaze ye li Rojhilata Navîn û Amerîka giringiyê dide hevkariyên li gel Herêma Kurdistanê.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê tekez kir, Hikûmeta Herêma Kurdistanê sedema aramiya navçeyê ye, heta ji bo Amerîkayê jî, ji ber ku veberhênana Amerîkayê li navçeyê heye.

Diyar kir, Amerîka û Herêma Kurdistanê bi hev re di gelek qonaxan derbas kirine û mil bi mil kar kirine û bi hev re bi ser rewşên dijwar ketine. Tekez jî kir ku ji Amerîkayê giring e ku Herêma Kurdistanê serkeftî be û gelê Kurd yekdeng û yekdest be.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê herwiha bixêrhatina Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî kir û ragihand, di hevdîtina xwe de dê behsa van hemû mijaran bikin.

Ji aliyê xwe ve, Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî spasiya vexwendina Wezîrê Derve yê Amerîkayê kir û dilxweşiya xwe jî li hember serdana xwe ya bo Washington nîşan da û ragihand, Herêma Kurdistanê şanaz e ku xwe wek hevpara Amerîkayê dibîne û di vê derbarê de bi hev re di qonaxên dijwar re derbas krine û xweşhaliya xwe jî ji bo piştevaniya Amerîkayê nîşan da.

Serokwezîr got ku Herêma Kurdistanê rûbirûyê gelek kêşeyan bûye û ew bi niyaz in di hevdîtinên xwe yên ligel berpirsên Amerîkayê de van mijaran gotûbêj bikin.

Serokwezîr got, armanca wan ji vê civînê gotûbêjkirina kêşe û pêşhatên Iraq û navçeyê û peywendiyên dualî yên di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê de ye.