Artêşa Amerîkayê sê belemên Hûsiyan li Deryaya Sor pûç kirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Artêşa Amerîkayê radigehîne ku, sê belem û du moşekên Kiroz ên dijekeştî pûç kirine, ku ji aliyê Hûsiyên Yemenê ve hatibûn amadekirin û dê ber bi Deryaya Sor ve hatiban bikaranîn.

Fermandeya Navendî ya Artêşa Amerîkayê (CENTCOM) îro (Sêşem, 27.02.2024) li ser tora civakî ya Xê ragehand ku, sê belem û du moşekên Kiroz ên dijekeştî û dronek li Deryaya Sor pûç kirine ku ji bo bikaranînê hatibûn amadekirin.

Fermandeya Navendî ya Artêşa Amerîkayê herwesa amaje daye, “Hemî cûnên çekan metirsiyê li ser keştiyên bazirganî û keştiyên hêzên deryayî yên Amerîkayê li deverê çê dikin”.

Heftiya borî Hûsiyên Yemenê haydariyeka fermî ji bo berpirsên hemî keştîvanî û kompaniyên bîmeyê şandiye, ji bo ku li ser wan kelûpelên qedexekirî bên haydarkirin, ku keştiyên peywendîdar ên Israîl û Amerîka û Brîtanyayê nêzî deverê dibin û dibêje “Em dê wan pûç bikin”.

Herwesa Hûsiyên Yemenê gefa wê yekê jî kiriye ku dê binderyayan ji bo êrîşên xwe bi kar bînin, vê yekê jî nîgeranî li ser armanckirina hêlên internetê çê kiriye, ku di wê derê re derbaz dibin.

Hûsiyên Yemenê li roja 19ê Mijdara 2023ê li Deryaya Sor û Deryaya Erebî, wekî piştevaniyek ji bo çekdarên Hemasê û çêkirina givaştineka navdewletî ji bo rawestandina êrîşên Israîlê li ser Xezzeyê, êrîşên xwe yên li ser keştiyên baziragnî dest pê kirine.

Li beranberî wê yekê jî, hêzên Amerîka û Brîtanyayê li Rojhilata Navîn û Deryaya Sor ji 12ê Çileya îsal ve bingeh û piştevaniyên lojistî yên çekdarên Hûsî dikin armanc.