Mesrûr Barzanî dewletmedarane ji bo pêşxistina peywendiyên Kurdistanê û welatan kar dike

Mesrûr Barzanî / Wêne: AP
Mesrûr Barzanî / Wêne: AP

Navenda Nûçeyan (K24) - Tevî ku Herêma Kurdistanê dewlet nîne, lê ji aliyê Civaka Navdewletî ve herdem wekî dewletekê serederî pê re tê kirin. Serokwezîr Mesrûr Barzanî dewletmedarane kar kiriye, taybet ji bo pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistanê û welatên cîhanê.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di serdana xwe ya ji bo Waşintonê de gelek ji wan dozan bi xwe re birine yên ku di Kabîneya Nehê de hatine pêşxistin, ji bo ku Herêma Kurdistanê bihêz nîşanî cîhanê bide ku ew jî daxwaza Amerîkayê ye.

Şarezayê Peywendiyên Navdewletî Sersam Xelîl ji K24ê re amajeyê dide, “Amerîkayê di her qonaxekê de bi rengekî cuda serederî bi Herêma Kurdistanê re kiriye. Zîrekî û destheliya nuxbeya siyasî û taybet di Kabîneya Nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ji bo serederîkirina bi rûdanan re wesa kiriye ku Amerîka û welatên Ewropayê bi rengekî wesa serederiyê bi Herêma Kurdistanê re bikin ku di qazanca hemî aliyan de be”.

Çavdêrê siyasî Serdar Qasim jî dibêje, “Amerîka dixwaze hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê di dema xwe de bên kirin, ji bo ku valahiya qanûnî û destûrî li Herêma Kurdistanê çê nebe, herwesa Amerîkayê gelek caran piştevaniya xwe jî ji bo wan hilbijartinan tekez kiriye. Di eynî demê de Amerîkayê bernameyeke baş ji bo bihêzkirin û rêkxistina hêzên Pêşmergeyan jî heye, herwesa dixwaze Kurd di nav xwe de yekrêz bin”.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li roja 24.02.2024ê bi vexwandineke fermî û bi yaweriya şandeke bala ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê gehişt Waşintona paytexta Amerîkayê.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê doh, (Duşem, 26.02.2024) li Waşintonê bi Wezîrê Derve yê Brîtanyayê Antony Blinken re civiya. Di wê civînê de, danûstandin li ser çend tewerên ji bo her du aliyan giring û girêdayî pêşxistina peywendiyên dualî û çarekirina arêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta Îraqê hatin kirin.