Lihevguhertinên bazirganî li Deriyê Sinorî yê Kêlê hatin rawestandin

Deriyê Sinorî yê Kêlê
Deriyê Sinorî yê Kêlê

Navenda Nûçeyan (K24) - Birêveberê Gomirka Deriyê Sinorî yê Kêlê radigehîne, “Ji ber befrê sermayê û bestîbûna rêyan, lihevguhertinên bazirganî di navbera başûr û rojhilatên Kurdistanê dehatin rawestandin”.

Birêveberê Gomirka Deriyê Sinorî yê Kêlê Mecîd Xulamnejad ji medyayên Îranî re ragehand, ev zêdetirî 24 seetan e ku ji ber sermayê û bestîbûna rêyan, çi barhilgir li her du aliyên wî sinorî nekarîne li wî deriyê sinorî barên xwe li hev biguherin, ji ber vê yekê jî lihevguhertinên bazirganî li wî sinorî bi temamî hatine rawestandin û leng bûne”.

Birêveberê Gomirka Deriyê Sinorî yê Kêlê got, “Her roj zêdetirî 180 barhilgiran bi barên cuda cuda yên kelûpelên avahiyan, asinî, berhemê hişk û fêqî û pilastîkî, ji bo hinardekirina kelûpelên xwe ji bo Herêma Kurdistanê, berê xwe didin sûka Kêlê, lê ev du roj in ku sermayeka dijwar rêyê nade ku lihevguhertinên bazirganî bê kirin”.

Navbirî amaje jî da, “Sermayê bandor li ser hatinûçûna geştyaran jî heye û çi geştyarek ji her du aliyên wî sinorî nekariye geştê bike”.

Deriyê Sinorî yê Kêlê li Tebaxa 2019ê bi rengekî fermî di navbera Herêma Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê de hatiye vekirin, ku Qeladizê û Serdeştê bi hev re girê dide, sûka wê jî derfeta karkirinê ji bo bi sedan welatiyên her du aliyên Kurdistanê peyda kiriye.