Li Batmanê konfiransek ji bo bîranîna Barzaniyê Nemir tê lidarxistin

Stenbol (K24) - Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) ragehandinek parve kiriye û tê de amajeyê dide ku, li serê Adara îsal konfiransekê ji bo bîranîna Barzaniyê nemir li dar dixin.

Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) ragehand ku, li roja 01.03.2024ê li Batmanê, bi minasebeta 45emîn salvegera wefata wî, bi konferansekê Mele Mistefayê Barzanî yê nemir bibîr tîne.

PWK di ragehandina xwe de bang li tevaya gelê Kurd dike û dibêje, “Em hemû gelê xwe vedixwînin vê konferansê”.

Ev konfirans dê bi vî awayî be:

Azîz Ozdemîr (Serokê Teşkîlata Batmanê ya PWKyê-Moderator)

Axiftinker:

Mehmet Can Azbay (Cîhgirê Serokê Giştî yê PWKyê)

Seîd Veroj (Nivîskar-Lêkolîner)

Mele Arif Sumerkan (Siyasetmedar)

 

Cih: Hola Tahir Elçî ya Baroya Batmanê

Roj: 01.03.2024

Seet: 13.30

PWK
PWK