Li Zaxoyê berê binyatî ji bo avakirina sê dibistanan tê danan

Navenda Nûçeyan (K24) - Li jêr çavdêriya Serperiştê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê, berê binyatî ji bo avakirina sê dibistanan li sinorê wê îdareyê tê danan.

Li jêr çavdêriya Serperiştê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê Guhdar Şêxo, îro (Çarşem, 28.02.2024), bi gojimê du milyar û 400 milyon dînaran, berê binyatî ji bo avakirina sê dibistanan li sinorê Zaxoyê hat danan.

Serperiştê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê di daxuyaniyeke rojnamevanî de amaje da, “Ji bilî van her sê dibistanan, di dema du salên borî de berê binyatî ji bo heşt dibistanên din jî hatiye danan, hindek ji wan temam bûne û hindek ji wan jî hêşta kar tê de tê kirin”.

Li dû gotina Serperiştê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê, “Di dema du sê mehên bê de karên çend dibistanan dê temam bibin û ew jî dê bikevin xizmeta xwendekarên Zaxoyê”. Amaje jî da, “Piraniya wan dibistanên tên çêkirin 12 polî ne”.

Guhdar Şêxo eşkere jî kir, “Kabîneya Nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî giringiyeka taybet daye kertê perwerdeyê”. Tekez kî kir, “Perwerde kertekê serekî û giring ê pêşkeftina civakê ye, lewma ew jî giringiyeke zêde pê dide”.

Navbirî behs jî kir, “Me pilan û karnameyên baştir ji bo kertê perwerdeyê hene. Di îsal de li sinorê îdareya serbixwe ya Zaxoyê zêdetirî 39 dibistanan hatine nûjenkirin û çend dibistanên nû jî hatine çêkirin”.

Serperiştê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê amaje jî da, “Bizavên me ji bo pêşxistina kertê perwerdeyê li sinorê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê dê berdewam bin û ez dixwazim em astê zanistî û rewşenbîrî yê xwendekaran bilind bikin”.