Xwecihiya Efrînê ya ENKSê êrîşa li ser xwendekarekî Kurd bi “teroristî” binav dike

Bajarokê Mabeta
Bajarokê Mabeta

Navenda Nûçeyan (K24) – Xwecihiya ENKSê li Efrînê êrîşa li ser xwendekarekî Kurd li dibistaneke navçeya Mabata ya Efrînê ji aliyê Erebên hawerde ve, bi tundî şermezar kir û ev tawan bi teroristî binav kir.

Xwecihiya ENKSê li Efrînê di daxuyaniyekê de ragihand, ciwanê Kurd ê bi navê Şiyar Îbrahîm Omer ku xwendekarê pola yazdehemîn e li navçeya Mabeta ji aliyê 3 xwendekarên Ereb ve rastî êrîşeke bi kêran hatibû û di encamê de bi giranî birîndar bûbû û ji bo nexweşxaneyê hat veguhastin.

Di daxuyaniyê de hat: “Em di Xweciha Efrînê ya ENKSê de, di dema ku em bi tundî vê tawana terorist şermezar dikin, em tekez dikin ku ev reftar dûrî reftarên saziyên perwerdeyê ye û ji encama xemsariya eşkere ya rêveberiya dibistanê û xemsariya malbatên xwendekaran e, ji ber dibistan saziyeke perwerdehiyê ye û ne cihê çeteyan e.”

Xwecihiya Efrînê ya ENKSê dibêje: “Dibistan, jîngeheke ewle ye û divê cihê rihetî û aramiyê be, lê rûdana van kiryarên terorîstî, dibistanan dike cihê nîgeranî, tirs û xofê.”

Xwecihiya Efrînê tekez dike, “Divê Rêveberiya Perwerdeyê û rêveberiyên dibistanan hişyartir bin û rola xwe ya bi bandortir bilîzin û fermanên tund û hişk derbixin, da ku kiryarên terorîstî yên wiha ji aliyê xwendekaran ve dubare nebin.”

Herwiha Xwecihiya Efrînê daxwaz ji Polîsê sivîl ya Efrînê kir ku bi erkê xwe ya ji bo parastina asayîş û ewlehiyê rabe û xwendekarên dibistanan û karmendên perwerdehiyê biparêzin.

Xwecihiya Efrînê ya ENKSê daxwaza başbûna bilez ji xwendekar Şiyar Îbrahîm Omer re xwast û bang li aliyên pêwendîdar kir jî ku cezayên gucayî û tedbîrên tund li hember tawanabaran bigire.