Li Colemêrgê 221 kîlo zêrên qaçax hatin desteserkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Colemêrgê 221 kîlo zêrên qaçax ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin desteserkirin.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Alî Yerlîkaya li tora civakî “X” da xuyakirin, li navçeya Geverê ya Colemêrgê operasyon hatiye encamdan û di nava otombêleke taybet de, 221 parçe zêrên ku ji welatekî din derbasî Tirkiyê kirine, hatine desteserkirin.

Da zanîn, her parçeyeke zêr yek kîlo ye ku dike 221 kîlo, nirxê wan jî li bazarên Tirkiyeyê dikin, 450 milyon lîreyên Tirkiyê.

Yerlîkaya got, ew rê nadin qaçaxî û sextekariyan û operasyonên wan dê berdewam bin.

Di operasyonê de, sê kes hatin binçavkirin.