Kobanê.. êrîşî nivîsîngeha ENKSê tê kirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Ciwanên Şoreşger ên girêdayî PYDyê êrîş dikin ser çalakiyeke ENKSê ku girêdayî salvegera koça dawiyê ya Barzaniyê Nemir bû.

Li Kobanê, di dema birêvebirina çalakiyekê bi helkefta derbazbûna 45 salan bi ser koça dawiyê ya Mela Mistefayê Barzanî re, komekê bi navê Ciwanên Şoreşger ku girêdayî PYDyê ye êrîş kir ser çalakiyeke Encûmena Niştînmanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) û sivkatî bi alaya Kurdistanê û sembola Kurdan kir, herwesa kelûpelên nav nivîsîngeha ENKSê jî şêwandin.