Mela Mustefa Barzanî bi çalakiyekê li Qamişlo hat bibîranîn

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Niştimaniya Kurdî li Sûriyê (ENKS)  45mîn salvegera koça dawî ya mele Mistefa Barzanî li bajarê Qamişlo bibîr anî.

Serkirdeyên ENKSê amaje bi rola mele Mistefa Barzanî di bizava rizgarîxwaza Kurd de kirin û gotin, mele Mistefa Barzanî çanda şoreşgerî di nava Kurdan de li her çar perçeyên Kurdistanê belav kir.

Endamê Emîndariya Giştî ya ENKSê Hesen Remzî got: “Kar û xebata Barzaniyê nemir li her çar parçeyên Kurdistanê de rêbazek e. Ew jî di wê rêbazê re mafên miletê Kurd li Sûriyê bidest bixin. Mixabin li bajarê Kobanê hêzên ser bi PYDê ve êrîşî ofîsa Partiya Demokrat a Kurdistanê kirin û nehîştin ku ev roj were vejandin.

ji aliyê xwe ve, nivîskarên kurd didin zanîn, Mela Mistefa Barzanî semboleke aştî û berxedanê bûye û jî roleke wî ya giring di belavkirina pirsa kurd li tevahiya cîhanê heye.

nivîskar û lêkolîner Şivan Îbrahîm got: “Baştirîn wefadarî ji rêbaza Barzanî re, girêdana gencan, nivîskaran, rojnamevanan û hemû miletê Kurdistana Sûriyê bi mafê neteweyî re ye ku kurdên Sûriyê, beşek ji neteweya kurdî ne, em jî xwedî mafekî ne ku welatekî me çêbibe û taybetmendiyeke me ya neteweyî di Sûriyê de çêbibe.”

Nivîskar û helbestvan Fêsel Qadirî jî dibêje: “Wek nivîskar nameya me di vê rojê de ew e ku çawa Mela Mistefa Barzanî kar û xebata xwe kir, em jî îro dixwazin kar û xabata xwe bi pênûsa xwe bikin, ta ku em bigihin mafê xwe.”

Mele Mustefa Barzanî di sala 1903an de jidayîk bûye û gelek şoreş li dijî rêjîmên stemkar birêve birine. Barzanî ji bo tevaya gelê kurd li her çar parçeyên Kurdistanê mîna semboleke netewî tê naskirin û jiber wê yekê jî hersal di vê rojê de çalakiyên cuda têne lidarxistin.