Mihemed Îsmaîl: Aliyê êrîşî ofîsa PDK-Sê li Kobanê kiriye naxwaze yekhelwestî hebe

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) li ser êrîşa “Ciwanên Şoreşger” li ser ofîsa PDK-Sê li Kobanê de got: “Ew şanaziyê bi dijayetiya projeya neteweyî dikin.”

Sekreterê PDK-Sê Mihemed Îsmaîl ji K24ê re got: “Armanc ji êrîşa grûpên ser bi PYDê ve li ser baregehên ENKSê ew e ku metirs, tundûtûjî û aloziyan bixin nava civaka Kurdî, ta ku tevgera siyasî ya Kurdî behsa doza û mafên xwe neke. Heta partiyên li kêlek PYDê jî êdî nema behsa doz û mafên neteweyî dikin. Tenê ENKS û partiyên di nava wê de û algirên wê behsa vê doza neteweyî dikin, armanca êrîşên li ser ENKSê di rojeke pîroz ya wek bibîranîna Mela Mistefa Barzanî jî, tepeserkirin û çewisandina xebata Kurdî ye.”

Mihemed Îsmaîl tekezî li ser wê yekê kir: “Hizra neteweyî li cem miletê me xurt û bihêz e û ev kiryarên li dijî me tên kirin, me nahêlin ku em ji doz û xebata xwe bidûr bikevin û emê li ser riya xebata xwe berdewam bin.”

Sekreterê PDK-Sê amaje bi wê jî kir, ev êrîşên li ser ala, sembol û nirx û bihayên neteweyî, ji hemû partî û çînên civakî û aliyên navdewletî ve cihê şermezarî û rûreşiyê ne.

Herwiha da zanîn, li Rojavayê Kurdistanê ofîs û baregehên PDK-S û partiyên di nava ENKSê de her tim rastî êrîşan tê û karên wan jî tên astengkirin, lê li hemberê jî ofîsên partiyên Beis û nijadpererst û sîxurên rêjîma Sûriyê bi asayî karên xwe dikin.

Mihemed Îsmaîl destnîşan kir jî, “ev êrîşa li ser ofîsa PDK-Sê li Kobanê ji aliyê partî û hêzên ser bi Rêveberiya Xweser ne nehat şermezar kirin û nikarin şermezar jî bikin. Herwiha hêzên asayişê rêgiriyê li kiryarên Ciwanên Şoreşger nake, belkû wan diparêze. Ciwanên Şoreşger di ser qanûn û yasayan re ye û ew şanaziyê bi dijayetiya projeya neteweyî dikin.”

Sekreterê PDK-Sê tekezî li ser yekrêziya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê kir û got: “Yekrêzî gelekî baş e û daxwaza me ye, bi kêmanî ve divê em yekhelwest bin, lê ew bi van kiryaran dixwazin yekhelwestî jî tune be. Hemû kar û xebata wan ew e ku Kurd nêzîkî hevdu nebin. Bi vê yekê jî xizmeta ecindeyên dijminan dikin.”