Tendirustiya Xezzeyê: Hejmara kuştiyan gehişt 30 hezar û 410 kesan

Navenda Nûçeyan (K24) – Heta niha êrîşên artêşa Israîlê li ser Kertê Xezzeyê berdewam in, Wezareta Tendirustiyê ya Kertê Xezzeyê nûtirîn amara kuştî û birndaran belav dike.

Li dû amara Wezareta Tendirustiyê ya Kertê Xezzeyê, di 24 seetên borî de 90 kes ji ber êrîşên berdewam ên Israîlê hatine kuştin, bi vî rengî hejmara kuştiyan ji destpêka şerê Xezzeyê heta noha gehişt 30 hezar û 410 kesan.

Wezareta Tendirustiyê ya Kertê Xezzeyê eşkere jî kir, “Hejmara birîndaran jî gehişt 71 hezar û 700 kesan”.

Ev nêzî pênc mehan e ku şerê Israîl û Hemasê berdewam e, îdareya Joe Biden dixwaze berî Remezanê agirbestê rabigehîne.

Koçka Spî eşkere kir, nêzîk e ku Hemas û Israîl li ser azadkirina 40 revandiyan li beranberî şeş rojên agirbestê li hev bikin.