Îbrahîm Biro: Rêveberiya Xweser karên Ciwanên Şoreşger şermezar nake

Îbrahîm Biro
Îbrahîm Biro

Navenda Nûçeyan (K24) - Êrîşa li ser çalakiya ENKSê li Kobanê di roja salvegera koça dawiyê ya Barzaniyê Nemir de rengvedanên gelek berfireh li dû xwe tîne.

Endamê Komîteya Peywendiyên Derve ya ENKSê Îbrahîm Biro îro (Yekşem, 03.03.2024) li ser mijara êrîşa li ser çalakiya ENKSê bû mêvanê K24ê û bersiva çend pirsyarên Cemal Batun da.

Endamê Komîteya Peywendiyên Derve ya ENKSê Îbrahîm Biro ji K24ê re ragehand, “Rêkxistina Ciwanên Şoreşger rasterast girêdayî PKKyê ye û her roj van karan dike, lê ne Rêveberiya Xweser, ne PYD û ne jî QSDyê daxuyaniyek li dijî vê rêkxistinê dernexistiye”.

Îbrahîm Biro zêdetir ron kir, “Ev tê wê wateyê ku biryarên vê rêkxistinê girêdayî PKKyê ye û ji Rêveberiya Xweser û PYD û QSDyê mezintir in”.

Navbirî herwesa amaje jî da, “Her roja Ciwanên Şoreşger bixwazin, karên xwe yên xirab dikin. Ew wan karên xwe ne li dijî wan kesan dikin ên ku nerînên wan cuda ne, belkî li dijî her tiştekî girêdayî Kurdîtiyê be dikin”.

Wî Endamê Komîteya Peywendiyên Derve ya ENKSê tekez jî kir, “Rêkxistina Ciwanên Şoreşger girêdayî PKKyê ye û lihevkirinek di navbera wan û rijêma Sûriyeyê de heye, ku ew wekî wekîlên rijêmê li deverê tev bigerin, herwekî ku rijêm bi xwe hebe”.

Îbrahîm Biro zêdetir zelal kir, “Ji ber ku ew navê Kurdan jî li xwe dikin, ji rijêmê xirabtir dikin. Rijêma Sûriyeyê bi dehan salan dixwast ku kurdan ji deverên wan derbixe û nekarî, lê niha PKK wê yekê dike û heta demografiya deverê jî hatiye guhertin. Armanca wan tenê dijîtiya Kurdan û tevgera siyasî ya Kurdan e”.

Roja Înî, 01.03.2024, Ciwanên Şoreşger êrîş kir ser çalakiyeke Encûmena Niştînmanî ya Kurd li Sûriyeyê ENKSê, ku girêdayî salvegera koça dawiyê ya Barzaniyê Nemir bû, û sivkatî bi alaya Kurdistanê û sembola Kurdan kir, herwesa kelûpelên nav nivîsîngeha ENKSê jî şêwandin.