Erdogan amaje bi destpêkirina operasyoneke leşkerî ya nû li dijî PKKê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokomarê Tirkiyeyê got, wan bi operasyonên Derveyî sînor, gelek deverên ser sînorê başûr ewle kirine û deverên mane jî, ewê bi gavên nû temam bikin.

Kabîneya hikûmeta Tirkiyê bi serokatiya Recep Tayyip Erdogan civiya. Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan piştî civînê da xuyakirin, wan di civînê de pirsên siyasî, ewlekarî û aborî pêwendiyên derve bi awayeke berfireh gotûbêj kirine.

Erdogan got, bi operasyonên Derveyî sînor, gelek deverên ser sînorê başûr ewle kirine û deverên mane jî, ewê bi gavên nû temam bikin û got: “Di şerê dijî terorê de, li hundir û derve, em guh nadin tu astengan. Hêvî dikim vê havînê, pirsa ewlekariya sînorê Îraqê dawî bikin. Li ser sînorê Sûriyê, îradeya me ya avakirina xeteke bi 30-40 kîlometir kûrahî didome. Bi operasyonên berê beşek ji vê korîdorê me çêkiribû. Em bi biryar in valahiyên mane bi gavên nû temam bikin.”

Erdogan herwiha got: “Em bang li hemû aliyên navçeyê dikin rêz li stratejiya me ya ewlekariyê bigirin. Amadekariyên me hene em piştevanên van hewlan matmayî bikin. Emê bi wan aliyan bidin fêmkirin ku Tirkiye di şerê terorê de bibiryar e.”