Netanyahu: Em rêyê didin Misilmanan di Remezanê de biçin nav mizgefta Eqsayê

Benjamin Netanyahu
Benjamin Netanyahu

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîrê Israîlê radigehîne, “Rê bi Misilmanan tê dan ku di heftiya yekê ya meha Remezanê de biçin nav mizgefta Eqsayê”.

Serokwezîrê Israîlê Bejamin Netanyahu serê sibeha îro (Çarşem, 06.03.2024) ragehand, “Rê bi Misilmanan tê dan ku di heftiya yekê ya meha Remezanê de biçin nav mizgefta Eqsayê, bê çi guhertin û wekî salên borî”.

Wezîrê Ewlehiya Neteweyî ya Israîlê Itamar Ben-Gvir jî ji aliyê xwe ve ragehand, “Bi nerîna min, ev gotina Netanyahu di derheqa mizgefta Eqsayê de welatiyên Israîlê dixe jêr metirsiyê û wêneyê serkeftinê dide Hemasê”.

Nivîsîngeha Netanyahu beyannameyek belav kiriye ku tê de hatiye, “Piştî civîna tevaya hêzên ewlehiyê bi tevlîbûna Serokwezîrê Israîlê Benjamin Netanyahu, biryar hat dan ku di heftiya yekê ya meha Remezanê de rê bi Misilmanan bê dan ku biçin nav mizgefta Eqsayê, wekî salên borî”.

Wê ragehandinê amaje jî daye, “Hemî heftiyan rewş dê ji aliyê ewlehî û silametiyê ve bê hilsengandin, ew biryar jî dê bi wî rengî be yê ku di wê ragehandinê de hatiye”. Herwesa ragehand, “Remezan ji bo Misilmanan pîroz e û pîroziya wê bi vî rengî tê parastin, wekî her sal”.

Li beranber jî Ben-Gvir ragehand, “Biryara rêdanê ji bo Misilmanan ku wekî salên borî di meha Remezanê de biçin nav mizgefta Eqsayê berovajî helwesta min û polîsan e, wê yekê diyar dike ku Serokwezîr Netanyahu û kabîneya biçûk ji bo karûbarên siyasî û ewlehî wesa difikirin ku çi tiştek rû nedaye”.

Lijneya Lidûçûnê ya Ereban haydarî dabû niyeta Hikûmeta Israîlê ji bo qebûlkirina daxwaziyên Ben-Gvir ji bo sepandina sinordarkirinê ji bo çûna Misilmanên Filistînî ji navxwe û Qusê bo mizgefta Eqsayê di meha Remeznê de.

Berpirsên dezgehên ewlehiyê di çarçoveya wan danûstandinan de yên ku di çend rojên borî de hatine kirin piştrast kir ku, “Eger di meha Remezanê de rê li Erebên Israîlê yên ku nasnameyên şîn hene bê girtin ku biçin nav Cebel Heykelê ku merem jê mizgefta Eqsayê ye, hingê mimkin e ew yek bibe sedema nerihetiyeke berfireh di nav wan de”.