Desteya Jinan a Hak Parê: Bila jin xwedî li maf û azadiyên xwe derkevin

Desteya Jinan a Partiya Maf û Azadiyan Hak Parê
Desteya Jinan a Partiya Maf û Azadiyan Hak Parê

Diyarbekir (K24) - Desteya Jinan a Partiya Maf û Azadiyan Hak Parê ji bo 8ê Adarê, Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, daxuyaniyek da çapemeniyê.

Jinên siyasetmedar di daxuyaniya xwe de bal kişand ser pêkutiyên li ser mafên jinan û diyar kirin ku jin encax dikarin bi xwedîderketina li mafên xwe serkeftinê bi dest bixin.

Di daxuyaniya Desteya Jinan a Hak Parê de, di serî de jinên Kurd 8ê Adarê li hemû jinên cîhanê hat pîrozkirin û bang li hemû jian hat kirin ku di her şert û mercî de xwedî li mafên xwe yên azadiyê derkevin.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Rêvebera Hak Parê Berîn Eren ve hat dayîn de, pêşî li ser girîngiya 8ê Adarê hat rawestandin, piştre hat diyarkirin ku Hak Par di her şert û mercî de wekheviya jin û mêran diparêze û cûdakarî û tundiya li dijî jinan wekî tawana dîsîplînê dibîne.

Di dewama daxuyaniyê de bi taybetî bang li jinên Kurd hat kirin ku li dijî cudakarî û tundûtûjiya li dijî jinan têbikoşin û hat destnîşankirin ku zarokên Kurd nikarin li dibistanan bi zimanê dayîka xwe perwerde bibin û zimanê Kurdî li meclisa Tirkiyeyê û li saziyên fermî tune tê hesibandin.