Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî di alîkariya xelkê Efrînê de berdewam e

Efrîn (K24) – Dezgeha Xêrxwazî ​​ya Barzanî li Efrînê di xizmet û alîkariya xelkê herêma Efrînê û gundên wê de berdewam e. Li gorî Serokê Xwecihiya Efrînê ya ENKSê, ji destpêka karê dezgehê li Efrînê ve, bi dehan malbatên penaber vegeriyane malên xwe û dest bi jiyaneke nû kirine.

Hebûna Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Efrînê ji piştî erdheja 6ê Sibatê, rihetiyek di li cem xelkê Efrînê peyda kirin û bûye sedem ku hejmarek ji vegera koçber û penaberan vegerin ser cih û warên xwe.

Muxtarê gundê Basûtê Resûl Xelîl ji K24ê re got: “Piştî hatina Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bo Efrînê, xelk hinekî bi aramî û piştgiriyê hesiya, vêca hêvî li cem xelkê çêbû ku vegerin Efrînê.”

Ji aliyê xwe ve Serokê Xwecihiya Efrînê ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) Ehmed Hesen ji K24ê re got: “Rojane koçberên Efrînê vedigerin ser mal û milkên xwe, ev jî cihê dilxweşiyê ye ji me re. Piştî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî di Sibata 2023an de derbasî Efrînê bû, rohetiyeke derûnî û manewî da xelkê Efrînê ku vedigerin Efrînê. Bi navê Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Efrînê, em hatina Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bo Efrînê pîroz dikin û Serok Barzanî spas dikin.”