Li Bedlîsê 3 kes di encama êrîşeke çekdarî de hatin kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Bedlîsê kesekî bi çekan avêt ser malekî û di encamê de, 3 kes hatin kuştin û kesek jî bi giranî birîndar bû.

Li navçeya Matkî ya Bedlîsê zelamekî bi navê Cîhan Oral bi çekek luledirêj avêt ser malekî û kesên di mal de yên bi navê Ayşe Înceyol, Mûsa Înceyol û Neytullah Înceyol kuşt û Nermîn Înceyol jî bi giranî birîndar kir.

Hat zanîn, Cîhan Înceyolî berê Ayşe Înceyol revandibû. Hat zanîn ku Cîhan Oral piştî êrîşê cihê bûyerê reviyaye û ji aliyê hêzên ewlekariyê ve jî bo girtina Cîhan Oral operasyon hatiye destpêkirin.