Pêleke nû ya berfbarînê bi çend bajarên Bakurê Kurdistanê de hatiye

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarên Şirnex, Dêrsim, Meletî û Çewlîgê yên Bakurê Kurdistanê berf dibare. Li gorî keşnasiyê, pêla berfbarînê sibe îro jî berdewam dibe.

Pêleke nû ya berfbarînê duhî 9ê Adarê li çend bajarên Bakurê Kurdistanê girtiye. Li navçeya Elkê ya Şirnexê berfa biharê ji ya Zivistanê ne kêmtir e. Li navçeyê bilindahiya berfê gihiştiye 20 c.m. Berfbarîn li gelek navçeyên Çewlîg, Meletî, Erzîncan û Dersimê jî vegirtiye.

Darên qeysiyan li Meletî gul vekirine û cotyar ji niha ve ketina xema berhemên îsalê. Welatiyên Dêrsimê jî du demsalên di nava hev de, wek dewlemendiya bajarê xwe binav dikin. Dibêjin Dêrsim ji ber vê dewlemend û bêhempa ye. 

Li gor keşnasiyê, pêla berf û baranê sibe jî wan bajarên bakurê Kurdistanê bandora xwe nîşan dide.