“Daxuyaniya Burcu Koksal dikare bibe sedema şikestina CHPê li Stenbolê”

Stenbol (K24) – Axaftina Berbijêra CHPê ya Şaredariya Afyonê Burcu Koksalê ku di mitînga xwe de gotibû, dê deriye wê ji bilî DEM Partiyê ji hemû partiyan re vekirî be, karvedan bi xwe re anî û hin çavdêrên siyasî di wê baweriyê de ne ku ev daxuyanî dikare bibe sedema şikestina CHPê li Stenbolê. Çavdêrên siyasî diyar dikin ku, Kurd li Stenbolê diyarkerê hilbijartinê ne û CHP dê baca vê daxuyaniyê bide.

Ev axaftina Berbijêra CHPyê ya Şaredariya Afyonê Burcu Koksalê ku dijayetiya DEM Partiyê dike karvedaneke mezin li pey axwe aniye û metirsî li ser serketina CHPyê li Stenbolê dirust kiriye. Çavdêrên siyasî di wê baweriyê de ne ku, hin dengdêrên DEM Partiyê yên Stenbolê da ku heyfa ji vê axaftinê hilînin dikarin dengê xwe bidin AK-Partiyê.

Nivîskar Mûfîd Yûskel ji K24ê re got: “Piştî vê axaftinê hin dengdêrên Kurd dikarin dengê xwe bidin Murat Kurumî. Ji ber ku ev axaftin nerazîbûneka zêde daye dirûstkirin di nava dengdêrên Kurd de. Piraniya Kurd ne ji ber xatirê DEM Partiyê dê ji ber tûrebûna xwe ya CHPyê berê xwe bidin AK-Partiyê. Ev axaftin herî zêde zerer da Ekrem Îmamoglu.”

Zanyarên siyasete jî diyar dikin, axaftina berbijêra CHPyê ya Afyonê tenê dengdêrên Kurd ku çarenivîsazê hilbijartina Stenbolê ne dilgiran nekiriye û di nava CHPyê de jî nerazîbûn dirûst kiriye. Li gor wan dê baca vê daxuyaniyê hebe.

Zanyarê siyasetê Dr. Ufuk Uras dibêje: “Helwesta gelê Kurd dê encamên hilbijartina Stenbolê diyar bike. Pêgeha DEM Partiyê gelek hestiyar e. Jixwe destnîşankirina berbijêriyê li Stenbolê karê CHPyê jixwe zehmet kiribû. Li gor min dê dengdêrên DEM Partiyê pabendê partiya xwe bin. Wekî din jî CHP dê bi vê siyaseta xwe çawa bikare Hevpeymaniya Tirkiyeyê ava bike? Axaftina berbijêra CHPyê ya Afyonê ne karekî dirûst bû. Ne tenê aliyên din, berpirsên CHPyê jî nerazîbûn li dijî wê nîşan dan.”

Burcu Koksal roja Çarşemê di mitînga xwe de gotibû, dê deriyê wê ji bilî DEM Partiyê ji hemû partiyan re vekirî be. Berbijêrê CHPyê yê Şaredariya Stenbolê Ekrem Îmamogluyî ku pêwîstiya wî gelek bi dengên Kurdan heye nerazîbûneka tûnd li dijî hevrêya xwe nîşan dabû û gotibû, an bila ji xwe re kareke din an jî partiyeke din bibîne.