Li gundên Meletî û Colemêrgê erdhej çê bûn

Erdhej
Erdhej

Diyarbekir (K24) - Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Enstîtuya Lêkolînên li ser Erdhejan a Kandîliyê ve hat dayîn, îro danê êvarê li gundê Gulumoyê yê ser bi Meletiya Bakurê Kurdistanê ve erdhejek çê bû.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Enstîtuya Lêkolînên li ser Erdhejan a Kandîliyê ve hat ragihandin de, hat diyarkirin ku ku îro (Duşem, 11.03.2024) seet 15:22 li gundê Gulumoyê yê ser bi Meletiyê ve erdhejeke bi hêza 3.3 çê bûye.

Her wiha hat ragihandin ku kûrahiya wê erdhejê jî 5 kîlometir di bin erdê de hatiye pîvandin.

Her wiha hat ragihandin ku seet 03:37 ê şeva borî jî li gundê Zavîtê yê ser bi navçeya Çelê ya Colemêrgê ve erdhejeke bi pileya 3.3 çê bûye û kûrahiya wê jî 1.7 kîlometir di bin erdê de hatiye pîvandin.