Yaşar Guler: Em Havîna îsal arêşeya PKKyê çare dikin

Yaşar Guler
Yaşar Guler

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Bergiriyê yê Tirkiyeyê radigehîne ku, Havîna îsal arêşeya PKKyê li sinorên Îraq û Herêma Kurdistanê çare dikin, ev jî piştî borîna heftiyekê bi ser ragehandina Erdoganî re tê ku amaje dabû destpêkirina operasiyoneke serbazî ya nû li dijî PKKyê.

Wezîrê Bergiriyê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler ji rojnameya Huriyetê re amaje da operasiyona çaverêkirî ya artêşa Tirkiyeyê ji bo ser sinorên Îraq û Herêma Kurdistanê û ragehand ku, Havîna îsal arêşeya PKKyê li sinorên Îraq û Herêma Kurdistanê çare dikin.

Guler herwesa got ku, dixwazin korîdoreke ewlehiyê bi kûratiya 30 heta 40 kîlometran çê bikin pêxemetî parastina sinorên xwe. Amaje da wê yekê jî ku, berpirsên bilind ên Îraqê tekezê li ser wê yekê dikin ku PKK ji bo wan jî bûye sedema arêşeyan û li Herêma Kurdistanê jî bi sedan gund hatine berdan.

Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyîb Erdogan Sêşema borî, 5ê Adara 2024ê, piştî civîna kabîneya hikûmetê ragehand ku, li paşerojeke nêzîk bi rêya operasiyonekê bazina ewlehiyê li Îraqê temam dikin.

Ev gotin di medyayên cîhanî de wekî amadekarî ji bo birêvebirina operasiyoneke din li dijî PKKyê hat şirovekirin.

Herwesa hilbijartinên şaredariyan jî nêzîk bûne û opozisyon desthilatê bi wê yekê tometbar dike ku, li gel nêzîkbûna her hilbijartinekê desthilat behsa operasiyonên serbazî dike.

Ev jî di demekê de ye ku, Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan û Serokê Dezgeha Hewalgirî ya Tirkiyeyê Îbrahîm Kalin di çend rojên borî de li Amerîkayê bûn û ajansên nûçeyan amaje da ku Tirkiye bizavê dike Amerîkayê razî bike ku çi rêgirî û rengvedan li bernaberî wê operasiyonê nebin.

Herwesa behsa wê yekê jî tê kirin ku, Tirkiyeyê niyet e ew operasiyon tenê li sinorê Herêma Kurdistanê û Îraqê be û Amerîkayê tenê têbînî li ser Rojavayê Kurdistanê heye.

Artêşa Tirkiyeyê ji 27ê Gulana 2019ê heta niha hejmareke operasiyonên bejahî û asmanî li sinorê Herêma Kurdistanê kirine, ku ya herî dawiyê operasiyona Çirnok Qufleyê bû.