Droneke nenaskirî li bakurê Urdinê diteqe

Navenda Nûçeyan (K24) - Li parêzgeha Îrbidê ya bakurê Şanişîna Urdinê û nêzî sinorê Sûriyeyê, piştî bihîstina dengê teqîneke bihêz, hêzên ewlehiyê yên wî welatî çend parçeyên droneke teqandî dibînin, lê çavkaniya şandina wê dronê hêşta nehatiye zanîn.

Berdevkê Birêveberiya Giştî ya Ewlehiyê ya Urdinê Fadel Al-Hmoud ragehnd, “Piştî ku hêzên polîsên parêzgeha Îrbidê li ser bihîstina dengê teqîneke bihêz hatin haydarkirin, tîmeke pûçkirina teqemeniyan a girêdayî artêşê û hêzeke girêdayî Birêveberiya Giştî ya Ewlehiyê ya Urdinê ew cih destnîşan kir û parçeyeke dronekê lê dît”.

Birêveberiya Giştî ya Ewlehiyê ya Urdinê herwesa got, “Cihê keftina wê dronê devereke çol e. Tevî ku çi zirar ji wê teqînê çê nebûne, lê lêkolîn ji bo diyarkirina çavkaniya şandina wê dronê û eşkerekirina wî aliyê ku ew dron şandiye hatine destpêkirin”.

Ji destpêka îsal ve ev cara duyê ye ku êrîşên dronî ji bo ser axa Urdinê tên kirin, êrîşa yekê li 28.01.2024ê ji aliyê komên milîşyayên Îraqê ve, ku xwe wekî Bereyê Miqawemeyê yê Îraqî nasandiye, bo ser bingehên hêzên Amerîkaryê hat kirin, û di encamê de sê serbazên Amerîkayî hatin kuştin û bi dehan serbazên din jî birîndar bûn.