Li Efrînê qurbaniyên kîmyabarana Helebceyê hatin bibîranîn

kurdistan24.net

Efrîn (K24) – 36mîn salvegera kîmyabarana Helebce li bajarê Efrînê ji aliyê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, alîgirên Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) ve hate bibîranîn. Beşdarên çalakiyê dibêjin, komkujiya Helebceyê birîneke kûr e di laşê kurdan de û nabe were jibîrkirin.

Roja 16.3.1988an, rêjîma Beis a Iraqê bajarê Helebce kîmyabaran kir û bêhtir ji 5 hezar welatiyên wî bajarî şehîd bûn û bêhtir ji 20 hezar kes jî birîndar bûn û beşeke ji xelkê Helebceyê koçberî Îranê bûn.

Di 36mîn salvegera kîmyabarana Helebece de, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, alîgirên ENKSê û xelkê bajarê Efrînê, 5 xulek bêdeng li navenda bajêr rawestiyan û şehîd û qurbaniyên Helebceyê bibîr anîn.

Endamê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Efrînê Serbest Xelîl di vê boneyê de şehîdên Helebceyê bibîr anî û got ku, piştî ew qas şehîd û qurbanî, Kurd û hemû miletê Iraqê ji rêjîma berê ya diktator xelas bûn.

Beşdarên wê çalakiyên dibêjin, kîmyabarana Helebce êşeke mezin e ji bo Kurdan nayê jibîrkirin û da ku tevahiya cîhan wê êşê nas bike, divê ku salane ev roj were bibîr anîn.

Endamê xwcehiya ENKSê li Efrînê Horo Osman ji K24ê re got: “Em îro 5 deqe bêdeng wek rêzgirtin ji şehîdên Helebceyê re sekinîn. Xwedê rihma xwe li giyanê şehîdan bike.”

Her sal xelkên Rojavayê Kurdistanê di 16ê Adarê de sekneke bêdeng û çalakiyan birêve dibin û şehîd û qurbaniyên Helebceyê bibîr tînin. Li Efrînê jî ku gelek êş û azar di ser de derbas bûne, bîranîna Helebceyê wek giringiyeke netewî tê dîtin.