Israîl amadekariyan ji bo êrîşa li ser Refehê dike

Wêneyekî avahiyên wêrankirî yên bajarê Refehê / Wêne: AP
Wêneyekî avahiyên wêrankirî yên bajarê Refehê / Wêne: AP

Navenda Nûçeyan (K24) - Nêzî milyonek û 500 hezar Filistîniyan li bajarê Refehê yê başûrê kertê Xezzeyê li benda bidawîhatina şerî ne, lê Serokwezîrê Israîlê vê dawiyê biryar da ku êrîşeke bejahiyê bo ser wî bajarî bê kirin û Rêkxistina Tendirustiyê ya CÎhanî jî dibêje, “Êrîşkirina li ser Refehê karesata mirovî mezintir dike”.

Ev 164 roj in ku şer li kertê Xezzeyê berdewam e. Piştî ku Serokwezîrê Israîlê Benjamin Netanyahu pilana êrîşa bejahiyê bo ser bajarê Refehê pejirand, li ser astê navdewletî nîgeranî li dû xwe anîn.

Serokê piraniya demokratan li Sînata Amerîkayê daxwaza kirina hilbijartinan li Israîlê kir, lê Serokwezîrê Israîlê Benjamin Netanyahu dibêje ku, êrîşî ser Refehê dikin ji bo ku çekdarên Hemasê nehêlin, lê ji bo rizgarkirina xelkê sivî jî kar dikin.

Netanyahu amaje da, “armanca me nehêlana wan betalyonên teroristî ye yên ku li Refehê mane û herwesa hêsankarî jî dê ji bo xelkê sivîl bên kirin ji bo ku ji Refehê derbikevin. Eger lihevkirineke aştiyê ji bo me bê pêşniyarkirin an rêçareyek ji bo aştiyê ku Israîlê lawaz bike û nekare bergiriyê ji xwe bike û cîranên me jî li ser armanca herifandina dewleta Cihûyan berdewam bin, em dê hingê aştiyê ber bi paş ve bibin ne ku ber bi pêş ve. Em jî dixwazin aştiyê ber bi pêş ve bibin”.

Vê dawiyê Hemasê hejmareke pêşniyaran ji bo ragehandina agirbestê li kertê Xezzeyê berçav kiriye, biryar e Şanda Israîlê li Dewheyê tevlî wan danûstandinan bibe.

Şêwirmendê Almanyayê di serdanekê de ji bo Israîlê got, “Divê Israîl bi Hemasê re li ser agirbesteke domdirêj bigehe lihevkirinê”.

Serokê Rêkxistina Tendirustiyê ya CÎhanî jî ragehand, “Nabe rê bê dan ku ew karesata mirovî xirabtir bibe”, daxwaz jî ji Israîlê kir ku pêxemetî mirovatiyê pilana êrîşkirina ser Refehê bi cih neyîne, ku rûberê wê tenê 64 kîlometrên ducarkî ye û niha nêzî milyonek û 500 hezar kesan di wî bajarî de ne.

Ji 07.10.2023ê heta niha, nêzî 32 hezar Filistîniyan hatine kuştin û nêzî 74 hezar kesên din jî birîndar bûne.