Karwan Mîrawdelî: Bergiriya Şaristanî ya Hewlêrê di amadebaşiyê de ne

Karwan Mîrawdelî
Karwan Mîrawdelî

Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevkê Bergiriya Şaristanî ya Hewlêrê radigehîne, “Me li hemî bingehên xwe, ku dibin 36 bingeh, efser û karmendên xwe xistine di amadebaşiyê de”.

Berdevkê Bergiriya Şaristanî ya Hewlêrê Karwan Mîrawdelî îro (Sêşem, 19.03.2024) ji K24ê re ragehand, “Li dû bernameya karî, li Dîwana Parêzgehê pilan hatiye danan. Me jî wekî Bergiriya Şaristanî amadekariyên xwe kirine”.

Karwan Mîrawdelî herwesa got, “Wekî Birêveberiya Bergiriya Şaristanî ya Hewlêrê, me her ji seet 03:00 ê duhî êvarê ve tevaya efser û karmendên 36 bingehên xwe xistine di amadebaştiyê de.

Navbirî tekez kir, “Em dê dîsa bi Birêveberiya Seqanasiyê re danûstandinan bikin, ji bo ku em bizanin çi rû dide û pêşbînî çi ne”.

Berdevkê Bergiriya Şaristanî ya Hewlêrê amaje jî da, “Mimkin e ew barana birêjî, ku ji 35 heta 60 Ml dibe, zirareke mezin peyda bike”.

Îro li bajarê Dihokê jî ji ber lehiyan, avê bi dehan erebe birine, xanî têk dane û du kes jî winda ne. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peywendî bi Parêzgerê Dihokê Elî Teter kir û daxwaz jê kir, “Her tiştekî pêdivî ji bo parastina welatiyan bi zûtirîn dem bikin”.