Li Colemergê bi hêza 3.4 pileyan erd hejiya

Navenda Nûçeyan (K24) – Li herêma Çemê ya ser bi Colemergê ve, bi heza 3.4 pileyan erdhejek rû da.

Li gor Enstîtûya Lêkolînên Li Ser Erdhêjê ya Kandîllîyê, li herêma Çemê ya ser bi Colemergê ve îro demjimêr 19.31ê bi heza 3.4 pileyan li gorî pîvera Rîchterê hejîye.

Hat zanîn ku kûrahîya erdhejê heta 5 kîlometreyan çûye.

Hejaye gotinê ye erdhej bûye sedema metirsîye.