Firokeyên Tirkiyeyê 27 xalên PKKê li Metîna, Zap û Qendîlê bombebaran kirin

Arşîv
Arşîv

Navenda Nûçeyan (K24) – Firokeyên Tirkiyeyê xal û pêgehên PKKê li deverên Metîna, Zap, Xakurk, Garê û Qendîlê bombebaran kirin.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyeyê da xuyakirin, firokeyên wan deverên deverên Zap, Metîna, Gare, Xakurk û Qendîlê bordûman kirine.

Wezaretê da zanîn di êrişan de 27 xal û pêgehên PKKê hatine armanckirin û jinavbirin.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyeyê aşkere, li navçeya operasyona “Pence Kilîtê” jî, di encama êrîşên PKKê de leşkerekî Tirkiyê hatiye kuştin û 4 leşker jî birîndar bûne.

Amaje bi wê jî, di encama pevçûnan de 6 çekdarên PKKê jî hatin kuştin.