Kurdên Qamişloyê cejna Newrozê li gundê Elî Fero pîroz dikin

Kurdên Qamişloyê cejna Newrozê li gundê Elî Fero pîroz dikin
Kurdên Qamişloyê cejna Newrozê li gundê Elî Fero pîroz dikin

Navenda Nûçeyan (K24) - Bi keyf û xweşî û stiranên Newrozê û sirûda neteweyî ya Kurdî, ahenga cejna Newrozê ji aliyê Kurdên bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê ve hat destpêkirin.

Çalakiya Encûmena Niştînmanî ya Kurd li Sûriyeyê ENKS ya girêdayî Newrozê jî li gundê Elî Fero hat kirin. Keç, kur, zarok û jinên Kurd bi cilikên Kurdî Newroza xwe pîroz kir.

Serokê Encûmena Niştînmanî ya Kurd li Sûriyeyê ENKS Nîmet Dawid ragehand, “Em wekî Encûmena Niştînmanî ya Kurd li Sûriyeyê vê roja pîroz, roja cejna Newrozê, li hemî gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê û li gelê Sûriyeyê pîroz dikin. Em dibêjin ev roj roja îradeya Kurdan e. Çi qas Ejdehakan xwestine agirê Newrozê biçewisînin, agirê Newrozê her gur û geş e”.

Nîmet Dawid herwesa got, “Em vê cejnê li Serokê Neteweya Kurd Mesûd Barzanî pîroz dikin”.

Li dû gotina welatî û çalakên deverê, ew cejna Newrozê li tevahiya gelê Kurd li cîhanê pîroz dikin û hêvî dikin ku Newroza wan bi xweşî û silametî derbaz bibe.

Rojnamevan Sewsen Emîn Xelef jî di nav wê ahengê de got, “Newroza we pîroz be, her sal bi keyf û xweşî li ser gelê Kurd bi tevahî re li her çar parçeyên Kurdistanê derbaz bibe. Em bihêvî ne ku Newrozeke bi dilxweşî li ser hemî miletan derbaz bibe”.

Gundê Elî Fero dikeve navbera bajarên Qamişlo û Amûdê yên Rojavayê Kurdistanê. Ew gund bûye cihek ji wan cihên ku xelkê bajarê Qamişlo û Amûdê û hin deverên din ên Rojavayê Kurdistanê di biharê de berê xwe didin wê û Newroza xwe bi dilekî xweş lê pîroz dikin.