Esnafên Diyarbekir: Divê siyaset nekeve nava şaredariyan

Navenda Nûçeyan (K24) – Her çiqas namzetên Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekir di projeyên xwe de cih didin geşepêdana aboriyê jî karsaz û esnaf dibêjin ya girîng ew e ku di rastiyê de jî ev yek were dîtin û balê dikêşin li Rojavayê Tirkiyeyê şaredarî cihên xizmetê ne lê li Bakurê Kurdistanê bune cihê siyasetê.

Pêvajoya Bangeşiya Hilbijartinên Şaredariyan li Diyarbekir berdewam e û namzetên Şaredariya Bajarê Mezin di projeyên xwe de cih didin veberhênanên geşepêdana aboriya bajêr. Karsaz û nûnerên saziyên sivîl jî balê dikêşin ku şaredarî dikarin sudê bidin hilberîna qada pîşesazî û çandiniyê û amaje dikin ku  divê rêveberiya ku şaredariyê bi dest bixe giraniya xwe bide çareserkirina pirsgirêkên aboriyê yên civakê ku ev yek di şaredariyên Rojavayê Tirkiyeyê de tên dîtin lê di şaredariyên Bakurê Kurdistanê  de nayên dîtin.

Serokê Jûra Çandiniya Yenîşehîr a Diyarbekir, Karsaz Suleyman Îskenderoglû ji K24ê re got: “Şaredariyên Izmîr û Mêrsînê deste opozîsyonê de ne, şaredariyên konya û Bursayê destê desthilatê de ne lê ev hemu şaredarî di karê xwe de çareseriyê ji pirsgirêkên cotkaran re dibînin û karta mazotê didin cotkaran lê şaredariyên me yên vê herêmê tiştek nakin

Esnafên Diyarbekirê jî bang dikin ku kîjan alî Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekir bi dest bixe bila bixe divê di kar û barên xizmetguzariya bajêr de siyaset dernekeve pêş û divê şaredarî tenê bo xizmeta civakê kar bikin û didin zanîn hêviya wan ew e ku rêveberiya nû nêzîkî gel be.

Esnaf Azad Metîn: “daxwaz û hêviya me ji şaredarên nû ew e ku siyasetê nexin nava kar û barên şaredariyan de. Şaredarî cihên xizmetê ne, siayset nabe bileve şaredariyê. Her wiha divê şaredar nêzîkî xelkê xwe bin.

Karsaz û esnaf balê dikêşin ku girêdayî çaresernebûna pirsa kurd û tayînkirina qeyuman şaredarî bûne cihê siyasetê û divê şaredariyan de di kar û barên xizmetên civakî de siyaset ji nava şaredariyan derbikeve.