Parêzgarê Dihokê: Heta niha 352 xwedî xanî hatine qerebûkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgarê Dihokê dibêje, proseya qerebûkirina ziyanpêketiyên lehiya heftiya borî berdewam e û heta niha 352 xwedî xanî hatine qerebûkirin.

Parêzgarê Dihokê Elî Teter îro 24ê Adarê di civîneke rojnamevaniyê de derbarê qerebûkirina ziyanpêketiyên lehiya heftiya borî ya li bajar û derdora wê, de ragihand, heta niha wan kariye 352 xwediyên xaniyan qerebû bikin û ew plan dikin ku beriya cejnê hemû ziyanpêketiyan qerebû bikin.

Elî Teter da zanîn, Serok Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî ferman dane ku di zûtirîn dem de hemû ziyanpêketiyên lehiyê bên qerebûkirin û ew ê pêwîst be, ji wan re bê kirin.

Parêzgarê Dihokê diyar kir “Hêzên Pêşmerge, karmend, xwendekar, mamostayên zanîngeh, peymangeh û dibistanan û hemû beşên bajêr beşdarî kampanya paqijkirina Dihokê bûne û em spasiya xelkê dikin.”

Roja Sêşemê, 19.03.2024, pêleke baranê ya dijwar parêzgehên Herêma Kurdistanê vegirt ku bandora wê zêdetir li ser parêzgeha Dihokê bû. Ji ber wê baranê, li çend taxên wî bajarî lehî rabû û çend mal têk dan, bi dehan erebe birin û hejmareke rêyan jî girtin.

Li ser fermana Serok Barzanî, kêmtir ji 48 demjimêran piştî lehiyê, di qonaxa yekem de û di merasîmekê de; kilîtên 117 xanî (apartmanan) dane 117 kesên ku xaniyên wan ji ber lehiyê zirareke mezin dîtine. Ev prose berdewam dike û biryar e berî meha Remezanê qonax bi qonax hemû ziyanpêketiyên lehiya Dihokê bêne qerebûkirin.