Etwan Etwanî: Nabe rê li şandina mafên darayî yên Herêma Kurdistanê bê girtin

Etwan Etwanî
Etwan Etwanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Lijneya Darayî ya Civata Nûnerên Îraqê radigehîne, “Şandina pereyî ji bo mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê li dû wan lîstên ji Herêma Kurdistanê bo Bexdayê tên şandin berdewam dibe heta ku parvekirina mûçeyan tê dîjîtalkirin”.

Serokê Lijneya Darayî ya Civata Nûnerên Îraqê Etwan Etwanî taybet ji K24ê re got, “Em dê danûstandinan bi Wezareta Darayî re bikin ji bo ku rêkareke hêsantir peyda bikin ku pereyê mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê bê şandin”.

Serokê Lijneya Darayî ya Civata Nûnerên Îraqê tekez kir, “Bi her awayekî be, nabe ku mafê fermanberên Herêma Kurdistanê bê xwarin”. Herwesa got, “Hemî hêsankarî dê bên kirin ji bo ku mafên darayî bigehin destê fermanberên Herêma Kurdistanê”.

Etwan Etwanî eşkere jî kir, “Şandina pereyî ji bo Herêma Kurdistanê berdewam dibe heta ku parvekirina mûçeyan tê dîjîtalkirin, herwesa şandina pereyî dê li dû wan lîst û datayan be yên ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji Wezareta Darayî ya Hikûmeta Îrqê re dişîne”.