Wezareta Darayî: Di Hejmara Min de çi pere ji bo derxistina pereyan nayê dan

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Darayî û Aborî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê radigehîne, “Di pirojeya Hejmara Min de, pereyên te yên te ne û ji bo derxistina wan tu çi pereyî nadî”.

Wezareta Darayî û Aborî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser tora civakî ya Facebookê ragehandiye, “Di pirojeya Hejmara Min de, pereyên te yên te ne û ji bo derxistina wan tu çi pereyî nadî, tu çi qas pereyî jî derbixî dê her wesa bimîne”.

Wezareta Darayî û Aborî amaje jî daye, “Her meh banka te dê bi rêya pêşkêşkirina xizmetkariyên bankî tenî 2500 dînarên Îraqî ji hejmara te werbigire, ku li seranserî Îraqê kêmtirîn xerciya bankî ye”.

Wezareta navbirî ew yek jî eşkere kir ku, piroseya tomarkirina navan ji bo Hejmara Min li bajarê Dihokê berdewam e û heta niha navên zêdetirî 17 hezar û 500 fermanberan hatine nivîsîn.

 

Hejmara Min

Pêşengiya kabîneya nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye ji bo pêşvebirina kertê bankî û dîjîtalkirina peredanê ji bo zêdetirî yek milyon fermanber, karmendên hêzên ewlehiyê û xanenişînên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ku ev jî piştbestina bi karûbarên kaş kêm dike, aktîviya hikûmetê û şefafiyetê jî zêdetir dike.

Bi rêya pêşengiya “Hejmara Min”, fermanberên kertê giştî, hêzên ewlehiyê û xanenişînan dikarin bi rengekî parastî û şefaf û guncayî bi rêya torekê ji amûrê vekêşana pereyî (ATM) meaşên xwe werbigirin, ku zêdetirî hezar bingehan dê li tevaya Herêma Kurdistanê bên danan.

Zêdebarî wê jî, kar li ser dabînkirina 100 hezar amûrên xwandina kartên bankî û parvekirina wan li ser cî û navendên bazirganî tê kirin, ji bo ku karûbarên kirînê bi karta bankî ji bo welatiyan û pişkdarên pirojeya Hejmara bankî hêsan bike.

Herwesa ev piroje hêsankariyan dike ku tevaya pişkdarên wê bikarin xizmetkariyên bankî yên pêşkeftî bi dest bixin, wekî qeran, paşkeftkirinê û peredana dîjîtal.

Ragehandina pirojeya Hejmara Min

Di ragehandina wê pirojeyê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje da wê yekê, Hejmara Min rêyeke parastî û şefaf û guncayî ji bo fermanberên hikûmetê û xanenişînan peyda dike, ku bikarin bi rêya torekê ji amûrê vekêaşa pereyî (ATM) meaşên xwe werbigirin, ku dê li zêdetirî hezar ciyan li sernaserê Herêma Kurdistanê bên danan.

Herwesa bi rêya Hejmara Min, fermanberên kertê giştî dikarin xizmetkariyên pêşkeftî yên bankan bi dest bixin, wekî qeran, şiyana paşkeftkirinê, veguhastina navxweyî û navdewletî, şiyana perevekêşana navdewletî û peredana serxet û dîjîtalî jî.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwesa ragehand, Hejmara Min yek ji wan pêşengiyên domdirêj ên kabîneya nehê ye ku dîjîtalkirina xizmetkariyên giştî û zêdekirina jiyarxweşiya welatiyan û hêsankariyê ji bo bazirganiyê li Kurdistanê pêşkêş dike.

 

Mifayên pirojeya Hejmara Min

Ev piroje Hejmareke mifayên cuda cuda pêşkêşî welatiyan û abûrê Herêma Kurdistanê dike, ku hêsankariya di karûbarên darayî de û silametiya Hejmarên bankî wekî bingehên sereke yên wê pirojeyê hatine danan.

Ji mifayên Hejmara Min ji bo welatiyan, dana meaşên fermanberan bi rengekî birêkûpêk û di dema xwe de ye bê hebûna sirayê û dema zêde, herwesa şiyana bidestxistina pereyî li her ciyekî ye, bi bikaranîna banka mobaîl/internet û bê serdana liqan.

Di eynî demê de metirsiya birina meaşan û paşekeftî nahêle û bidestxistina berhemên darayî û çêkirina dahata zêde di danana pereyê nextîne yê neaktîv di paşekeftî de û kirîna tiştan an xizmetkariyan de, an peredan bi xerciyên kesî bi rêya qeran û bidestxistina peredana dîjîtal hêsan dike.

Yek ji mifayên abûrî yên pirojeya Hejmara Min ev e, bi pişkdarbûna welatiyan di kertê bankî de zêdebûna berhemê navxweyî dê pêngav pêngav pê ve bê û dê xerciyên bikarîneran jî ji ber zêdebûna qerên kitekesî zêdetir bike.

Peydakirina zêdetir derfetên karî di kertê bankî de, ji bo karûbar û pêdivîtiyên fermanber û welatiyan, kêmkirina piştbestinê bi karûbarên kaş û destpêkirina peredana dîjîtalî ji bo xizmetkariyên giştî dê peyda bike.

Wezîrê Darayî û Abûrî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Awat Cenab Nûrî, ji aliyê xwe ve li roja 23ê Gulana 2023ê, di kombûna xwe ya bi tîma serperişt a pirojeya Hejmara Min de li nivîsîngeha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragehand, bi temambûna vê pirojeyê, kertê bankî li Herêma Kurdistanê dê guhertin û pêşkeftinên mezin bibîne û fermanber û meaşwergir jî dê mifadarên sereke yên vê pirojeyê bin û dê gelek xizmetkarî û hêsankariyan ji bo wan peyda bike.

 

Bicîanîna Pirojeya Hejmara Min

Li roja 7ê Adara 2023ê, bi amadebûna Serokwezîr Mesrûr Barzanî, wekî pêngava yekê ya ceribandinê, li nexweşxaneya zarokbûnê û jinan a Hewlêrê, bicîanîna pirojeya Hejmara Min hat ragehandin, ku nêzî 850 meaşwergirên wê nexweşxaneyê bi rêya karta bankê meaşên xwe wergirtin.

Li gor daxuyaniya serperiştên pirojeya Hejmara Min, ev piroje dê du salan vebikêşe û tevaya fermanber û meaşwergirên Herêma Kurdistanê ku Hejmara wan zêdetirî yek milyon û 200 hezar meaşwergiran e dê bibin xwediyên Hejmarên bankî yên taybet.

Herwesa li roja 15ê Adara 2023ê, di danûstandineke taybet de li ser pirojeya Hejmara Min, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragehand, em dê li ser pêngavên xwe berdewam bin ji bo ku xizmetakriya Hejmara Min bigehe hemî xelkê Kurdistanê.

Roja Sêşemê, 3ê Nîsana 2023ê, Cîgirê Rêveberê Nivîsîngeha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Ezîz Ehmed, di hevpeyvînekê de bi Kurdistan24ê re amaje da wê yekê, pirojeyekî stratejî û domdirêj û giring ê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, dê guhertineke mezin di jiyana welatiyên Herêma Kurdistanê de çê bike û dê mifa ji bo welatiyan, bazirganan û hikûmetê jî hebe.

Ezîz Ehmed herwesa ron kir, li dû wê pilana ku hatibû danan, wan pêşbînî dikir li meha Xizîrana îsal dest bi wê piroseyê hatiba kirin, lê şiyan di meha Şibatê de anko çar mehan berî wî jivanî piroseya yekê ya ceribandina bicîanîna pirojeya Hejmara Min dest pê bikin.

Rêvebera Giştî ya RT Bankê, Hemîle Gerdî, li roja 4ê Adara 2023ê ji bo Kurdistan24ê ragehand, qonaxa duyê ya pirojeya Hejmara Min ku piştî vekirina Hejmara bankî ji bo tevaya meaşwergirên hikûmî dest pê dike, vekirina Hejmarên bankî ye ji bo wan welatiyên ku fermanber an jî meaşwergirên hikûmî nînin. Herwesa wî ron kir, her welatiyekê jiyê wî di ser 18 saliyê de be maf heye Hejmareke bankê vebike. Herwesa wî ragehand, bernameya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo wê yekê ye ku êdî wê Hejmara bankê bi merema peredanê ji bo hemî mereman bi kar bîne û taybet di bazarî û karûbarên rojane yên welatiyan de.